19 October 2026 - 11:51
Source: kmr.abna24.com
Peyama Rêberê Şoreşa Îslamî  ê Şoreşa Îslamî piştî serkeftin û şanazîa tîma hêvîdar a têkoşîna (gulşikê)azad

Rêberê Şoreşa Îslamî di peyamekê de şampiyoniya û serfirazîya tîma hêviyê ya têkoşîna azad di pêşbirkên cîhanî yên Amerîkayê de pîroz kir û ev serkeftin ji rêveber, rahêner û werzişvanên mêrxas ên tîmê, herwiha ji gelê mezin ê Îranê, bi taybetî ji nifşa ciwan a şampiyon a welat re pîroz kir.

Li gorî nûçeya Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul-Beyt ê (s.x) – ABNA – Ayetullah Seyîd Mûçteba Huseynî Xamineyî, Rêberê Şoreşa Îslamî, di peyamekê de şampiyoniya û serfiraziya tîma hêviyê ya têkoşîna azad a Îranê di pêşbirkên cîhanî yên Amerîkayê de pîroz kir. Wî serkeftinê ji rêveber, rahêner û werzişvanên mêrxas ên tîmê, herwiha ji gelê mezin ê Îranê, bi taybetî ji nifşa ciwan a şampiyon a welat re pîroz kir.

Nivîsa peyama Rêberê Şoreşa Îslamî wiha ye:

Bi navê Xwedayê Dilovan û Dilovîn

Şampiyoniya tîma neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê di beşa têkoşîna azad a bin 23 salî de, di pêşbirkên cîhanî de, dilê gelê mezin û qedirzan ê Îranê bi kêfxweşî û serbilindiyê tijî kir.

Ev serkeftin, ku bi bidestxistina 9 madalyayên rengîn pêk hat, mîna şampiyoniya dawî ya tîma hêviyê ya têkoşîna klasîk, encama plansazî, rêvebirin û xebata bêrawestan a rêveberan, rahênerên fedakar û ciwanên bihêz û mêrxas ên welat e.

Ez vê serkeftinê ji van hêjayan, bi taybetî ji nifşa ciwan a şampiyon a welat û gelê serbilind ê Îranê re pîroz dikim.

Seyîd Mûçteba Huseynî Xamineyî

27 Mehr 1405 (19ê Cotmeha 2026)

…………………

Dawiya peyamê/

Etîket

  • Ayetullah Seyîd Mûçteba Xamineyî
  • Rêberê Şoreşa Îslamî
  • Têkoşîna azad

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha